Şam-SANA
Wezareta Tenduristîyê îro memorandumeke lihevkirinê ligel sazîya “Cahizîya” ya Îmaratî îmze kir ji bo destpêkirina Bernameya Sûrî-Îmaratî ya Amadebaşîya Bijîşkî ya bi navê “Amadebaşîya Sûrîyê” (Cahizîya Sûrîya).
Armanca vê bernameyê bilindkirina kalîteya pergala tenduristîyê ya Sûrîyê ye di rûbirûbûna rewşên awarte û karesatan de, bi rêya bernameyeke perwerdeyê ya piralî ku di çarçoveya planeke niştimanî ya pênc salan de tê cîbicîkirin.
Rêveberê Giştî yê Desteya Pisporîyên Bijîşkî Dr. Iyad Be’s ji SANAyê re dîyar kir ku bername armanc dike 10 hezar xebatkarên hêlên pêşîn ên sektora tenduristîyê perwerde û amade bike. Bername bi qonaxeke ceribandinê ya sêmehî dest pê dike ku di vê heyamê de 200 kadroyên tenduristîyê dê bêne perwerdekirin.
Sazîya “Cahizîya” ya Îmaratî xizmetên curbicur di warê vemirandina agiran, operasyonên rizgarkirinê yên awarte, bersivdana rewşên lezgîn û xizmetên perwerde û hînbûnê yên pispor de pêşkêş dike.