Şam – SANA
Wezareta Perwerde û Hînkirinê ya Sûrîyê, wek beşekî ji karê wê yê berdewam yê ji bo dabînkirina guhdana tenduristî ji zarokan re, Kampanya Neteweyî ya Derzîdanê li hejmarek ji dibistanên Şamê pêk anî, ji bo misogerkirina jîngeheke perwerdeyê ya saxlem û ewle.
Kampanya ku bi hevkarîya wezaretên Tenduristî û Rêveberîya Xwecihî hat bicîanîn, derzîya ʺdu cure ya zarokanʺ li xwendekarên pola yekem dan, û ya “du cure ya mezinan” li xwendekarên pola şeşem. Armanca vê kampanyayê parastina zarokan ji nexweşîyên dîfterî û tetanosê (kuzaz) ye.
Rêvebera Tenduristîya Dibistanan li Wezareta Perwerdeyê, Dr. Meysûn Deşşaş di daxuyanîyekê de ji bo “SANA”yê, tekez kir ku derzîyên tên bikaranîn ewle ne û ji alîyê Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanî (WHO) ve hatine pejirandin. Her wiha dîyar kir ku ev derzî ji bo hemû xwendekaran bêpere ne, û pesnê hevkarîya malbatan da ku bi erênî danûstandin bi kampanîyê re kirin.