Şam – SANA
Wezîrê Tenduristîyê Mus′eb El-Elî îro sêşemê biryarek da ku kadroyên bijîşkî yên ku berê li bakur-rojhilatê Sûrîyê kar dikirin, tevlî rêveberîyên tenduristîyê yên Dêrezor, Reqa û Hesekê bikin. Ev biryar li ser bingeha peymana ku di 30ê Kanûna Paşîn a borî de ligel “HSD”ê hatibû îmzekirin, hat girtin.
Di biryarê de hatiye dîyarkirin ku rêveberên tenduristîyê yên li her sê parêzgehan hatine erkdarkirin ku peymanan ligel karkeran îmze bikin û cihên karên wan destnîşan bikin. Ev peyman dê ji dîroka derketina biryarên cîbicîkirinê ve bikevin warê cîbicîkirinê.
Biryara wezîr bal kişand ser wê yekê ku nexweşxane û navendên tenduristîyê yên li bakur-rojhilatê Sûrîyê dê ji alîyê îdarî ve girêdayî Wezareta Tenduristîyê bin. Rêveberîyên tenduristîyê yên pêwendîdar dê li gorî yasayên berdest wan bi rê ve bibin, da ku lêvegereke yekgirtî were dabînkirin û kalîteya xizmetguzarîyên bijîşkî were xurtkirin.
Wezîrê Tenduristîyê di 16ê vê mehê de tekez kir ku Herêma Rojhilat xaleke sereke ye di planên wezaretê de, û budceyek taybet hatiye terxankirin da ku aramîya tenduristîyê ya domdar were mîsogerkirin û xizmetguzarîyên bijîşkî werin baştirkirin.