Şam – SANA
Wezareta Perwerde û Hînkirinê, îro Pêncşemê, dema tomarkirina azmûnên bawernameyên giştî yên xula sala 2026an ji bo xwendekarên dibistanan û yên xwendina azad, heta roja Pêncşemê, 19-3-2026an, dirêj kir.
Wezaretê di daxuyanîyekê de, ku kopîyek jê gihîştiye SANAyê, dîyar kir ku tomarkirin dê li rêveberîyên perwerdeyê yên li hemû parêzgehan were kirin.
Hêjayî gotinê ye ku tomarkirina bo azmûnên bawernameyên giştî yên xula 2026an di 4ê Kanûna Paşîn a borî de dest pê kiribû, û ji bo xwendekarên dibistanan heta îro berdewam bû, û ji bo xwendekarên xwendina azad jî dê heta 12ê vê meha Adarê berdewam bike.