Şam – SANA
Komîteya Bilind a Hilbijartinên Encumena Gel a Sûrîyê îro Duşemê, biryarek derxist ku tê de lîsteya dawî ya binkomîteyan li parêzgeha Hesekê ji bo herêmên hilbijartinê (Hesekê – Dêrik – Qamişlo) cih digire.
Komîteyê zelal kir ku ev biryar li ser bingeha bendên Danezana Destûrî, û li gorî biryarên mersûma hejmar (66) a sala 2025an, û mersûma hejmar (143) a sala 2025an hatiye girtin.
Li gorî biryarê, lîsteya dawî ya binkomîteyan li parêzgeha Hesekê ji bo herêmên hilbijartinê (Hesekê – Dêrik – Qamişlo) wiha ye:
Herêma Hesekê:
Subhî Şewqî Ehmed, Ebdulhafiz Ehmed El-Xilêf, Ebdulrezaq Ehwîc El-Elî, Mihemed Xidir El-Yûsif, Remezan Se’îd Fettah, Ruba Ebdulmesîh Şem’ûn, Zubêr Hesen Serhan.
Herêma Dêrikê:
Ebdulehed Ebdî, Elî Hemîd El-Kirêdî, Xalid Îbrahîm Salih, Rojîn Ebdulezîz Ehmed, Fexredîn Xelîl Hacî, Ebdulkerîm Mela Umer Îsmaîl.
Herêma Qamişlo:
Enes Hemad El-Cen’an, Haris Mutleq El-Bilêbil, Qiryaqis Gorîyê, Barî Şukrî Cuma, Cewahir Îbrahîm Usman, Ridwan Xelîl El-Hesen, Beşîr Newaf Silêman, Husên Mihemed El-Re’ad, Hesen Elî Mehmûd, Rêber Sibxetullah Seyda.
Komîteyê dîyar kir ku cihê karê komîteya nenavendî li navenda her herêmeke hilbijartinê dibe, û komîte ji dîroka derketina vê biryarê ve dest bi karê xwe dikin; her wiha bal kişand ser wê yekê ku navê yekem di her komîteyekê de wek serokê binkomîteyê tê hesibandin.
Parêzgeha Hesekê sê herêmên hilbijartinê li xwe digire, ku ew jî Hesekê, Dêrik û Qamişlo ne.
Komîteya Bilind a Hilbijartinên Encumena Gel Çarşema borî biryara hejmar (18) a sala 2026an derxistibû, ku lîsteya destpêkê ya binkomîteyan li parêzgeha Hesekê ji bo herêmên hilbijartinê (Hesekê – Dêrik – Qamişlo) li xwe digirt.