Heseke-SANA
Şandeyeke Wezareta Parastinê bi serokatîya Serokê Desteya Operasyonan a Artêşa Sûrîyê Emîd Hemze El-Hemîdî, bi amadebûna nûnerên HSDê gereke meydanî li ser hejmarek cihên leşkerî li parêzgeha Hesekê pêk anî.
Wezareta Parastinê li ser hesabê xwe yê Telegramê dîyar kir ku armanca vê gerê, dîyarkirina xalên belavbûna yekîneyan û şopandina bicihanîna peymana di navbera hikûmeta Sûrîyê û HSDê de ye.
Îro di demeke zûtir de, şandeya Wezareta Parastinê li bajarê Hesekê bi nûnerên HSDê re civînek li dar xistibû, ji bo gotûbêjkirina rêkarên tevlîkirina endaman di nav sazîya leşkerî de û cîbicîkirina xalên din ên peymanê.




