Hesekê-SANA
Kompanya Giştî ya Ava Vexwarin û Kenalîzasyonê ya Hesekê, bi armanca baştirkirina xizmetguzarîyên ava vexwarinê li herêmê, li devera Mergedayê a li gundewarê başûrê parêzgehê, xaleke tijekirina tankeran ya bi stasyoneke parzûnkirin û sterilîzekirina avê ve girêdayî ye, ava kir.
Rêveberîya Ragihandinê ya Hesekê, îro Înê, bi rêya kenala xwe ya Telegramê, dîyar kir ku ev proje di çarçoveya plana kompanyê de ye, ji bo baştirkirina rewşa avê li wan civakên ku ava xwe bi rêya tankeran dabîn dikin, da ava parzûnkirî û ewle bo wan peyda bikin, bi taybetî ligel zêdebûna hewcedarîya avê di werza havînê de.
Kompanî cîbicîkirina hejmarek proje û xebatên têkildarî avê li gundewarê başûrê Hesekê berdewam dike, ku ev yek kalîteya xizmetguzarîyên ava vexwarinê beştir dike û berdewamîya gihîştina wê ji bo welatîyan misoger dike.