Hims-SANA
Şaxê Rahênan û Perwerdeyê yê Hêzên Ewlehîya Hundirîn li parêzgeha Himsê, ahengek ji bo derçûna 227 endaman li dar xist, piştî derbaskirina bernameyeke perwerdeyê ku rahênanên leşkerî, pîşeyî û şarezayîyên dîsîplîn û nirxan li xwe digirtin.
Berpirsê beşê rênîşandanê li Şaxê Rahênan û Perwerdeyê li Himsê Îbrahîm Şelhûm, îro Sêşemê di daxuyanîyekê de ji bo peyamnêrê SANAyê dîyar kir ku derçûyan di maweya xula hejmar (66) de, ya ku 79 rojan dewam kir, perwerde li ser çek, nîşangirî û taktîkê dîtiye.
Her wiha lê zêde kir ku derçûyan şarezayîyên dîsîplînê û pîvanên nirxên exlaqî jî wergirtine ku di pêkanîna erkên wan ên ewlehî û pîşeyî de alîkarîya wan dikin. Wî da zanîn jî ku xulê bernameyên rahênanê yên li gorî pîvanên bilind jî li xwe girtin ku armanc jê amadekirina kesên xwedî şîyan e ji bo hilgirtina berpirsyarîyên xwe di xizmetkirina welêt û parastina ewlehîya wî de.
Şelhûm li dawîyê jî bal kişand ser wê yekê ku derçû dê tevlî refên Wezareta Navxwe bibin da ku li herêmên cuda cuda ji bo bihêzkirina ewlehî û aramîyê bixebitin.









