Heseke-SANA
Çalakvanên civaka sivîl li Hesekê, kampîneke hişyarkirinê bi navê “Simbilên Hêvîyê” dan destpêkirin. Armanca kampînê hişyarkirina cotkaran e derbarê metirsîyên şewatên ku dibe ku di demsala dirûnê de bi ser berhemên çandinîyê de werin, û nîşandana rêyên xweparastinê.
Ev kampîn gelek herêmên başûrê Hesekê li xwe digire, wekî: Şedadê, Mergede û gundên Çîyayê Evdilezîzê. Kampîn dê di dirêjahîya rojên dirûnê de berdewam bike da ku hişyarîya civakê li ser girîngîya parastina ji metirsîyan misoger bike.

Berpirsê kampînê Mihemed El-Dêrî duh Şemîyê ji bo SANAyê dîyar kir ku ev kampîn destpêşxerîyeke xwebexş e; armanca wê bilindkirina asta hişyarîya cotkar û welatîyan e derbarê metirsîyên xemsarîyê, nola avêtina paşmayîyên cixareyan an materyalên ku zû dişewitin bo nav zevîyan, ku dibe sedema şewatên karesatbar û jinavbirina werza çandinîyê.
