Gundewarê Helebê-SANA
Duh Sêşemê, di encama êrîşeke rêxistina terorîst a “DAIŞ”ê de li ser dewrîyeya wan li devera Sifîrê li rojhilatê Helebê, du endamên zabiteya gumrikê şehîd ketin û du endamên din jî birîndar bûn.
Fermandarê Ewlehîya Hundirîn li parêzgeha Helebê Eqîd Mihemed Ebdulxenî, dîyar kir ku dewrîyeke girêdayî rêveberîya gumrikê li devera Sifîrê rastî êrîşeke şaneyeke girêdayî rêxistina terorîst a “DAIŞ”ê hat, ku di encamê de du endam şehîd ketin û du endamên din birîndar bûn.
Her wiha anî ziman ku Wezareta Hundir operasyonên xwe yên ji bo peyketin û girtina endamên revîyayî berdewam dike, da ku wan radestî dadwerîyê bike.