Siweyda-SANA
Parêzgarê Siweydayê Mistefa El-Bekûr, ragihand ku rêya Siweyda – El-Mezre’e ya ku di gundê Welxayê re derbas dibe, ji îro Yekşemê ve li pêşîya tevgera wesayît û welatîyan hatiye vekirin.
Parêzgar di daxuyanîyekê de ku kopîyek jê gihîşt SANAyê, amaje bi wê yekê kir ku ev vekirin bi saya hewldanên hevbeş ên di navbera Wezaretên Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan û ya Navxwe de, û bi hevahengîya ligel Rêxistina Heyva Sor a Erebî ya Sûrî pêk hatiye.
Parêzgar dîyar kir ku hevahengî ligel alîyên peywendîdar hatiye kirin ji bo rakirina hemû berbendên axê û astengîyên ku li ser rê bûn, her wiha rê bi temamî hatiye amadekirin da ku ji bo bikaranîna ewledar guncaw be.
Parêzgar tekez kir ku Hêzên Ewlehîya Hundirîn ewlekirina rê bi temamî girtine ser xwe, bi rêya belavkirina dewrîyeyên sabit û gerok, û xalên çavdêrîyê, ji bo misogerkirina silametîya rêwîyan û parastina mal û milkên giştî û taybet.