Heleb-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’, îro Çarşemê, bi helkefta Cejna Qurbanê ya Pîroz, di dema serdana xwe ya bajarê Helebê de, peyamek di deftera mêvanan a li qada Birca Keleha Helebê de nivîsand, ku tê de hatibû:
“Heleb dergehê rizgarkirina tevahîya Sûrîyê bû, û bi îzna Xwedê dê bibe dergehê avakirin û geşepêdana wê.
Tiştekî bi heybet e ku mirov li ber mezinahîya dîrokê li Heleba Şehbayê raweste.
Xwedayo, Tu Helebê û şênîyên wê biparêzî, û di xizmeta wan de alîkarîya me bikî!”
Serdana Serok El-Şeri’ bo bajarê Helebê wekî tekezkirina li ser pêgeha dîrokî ya Helebê û rola wê di qonaxa başbûn û avakirinê de tê, her wiha ji bo parvekirina dilşadîya Cejna Qurbanê ya Pîroz ligel xelkê bajêr e.





