Quneytira-SANA
îro Yekşemê Îsraîla dagîrker daristana gundê Bîr Ecemê li gundewarê Quneytirayê yê bakur bi çend topan armanc kir.
Nûçegihanê SANAyê dîyar kir ku sê top li nav daristanê ketin, bêyî ku tu agahî derbarê birîndaran werin tomarkirin.
Hêzên Îsraîla dagîrker Îna borî jî derdora bajarokê El-Himêdîyê li gundewarê Quneytirayê, û Tel Bat El-Werde li derdora bajarokê Beyt Cinê li gundewarê Şamê bi çend topan armanc kiribûn.