Şam-SANA
Wezîrê Ragihandinê Hemze El-Mistefa di civîna xwe ya bi xebatkarên Rêveberîya Ragihandina Derve re, xebatên herî girîng ên wezaretê di warê vebûna li ser medyaya navneteweyî û xurtkirina hebûna Sûrîyê li derve nirxand.
Wezîr El-Mistefa di parvekirinekê de li ser platforma “X”ê got: “Me di Rêveberîya Ragihandina Derve ya Wezareta Ragihandinê de civîneke nirxandinê ji bo karê xwe û destnîşankirina armancên sala bê li dar xist. Ez nirxekî bilind didim karên ku hatine kirin û yên ku di qonaxa amadekirinê de ne.”.
Di eynî çarçoveyê de, navborî dîyar kir ku niha amadekarî ji bo destpêkirina projeya “El-Sîme El-Wetenîye” (Hêmaya Niştimanî) têne kirin da ku wêneyê Sûrîyê di mejîyan de xurtir bibe, bi sûdwergirtina ji pêşketina di asta azadîya çapemenîyê de û guhertina nêrîna navneteweyî li ser Sûrîyê.



