Reqa-SANA
Tîmên Parastina Sivîl a Sûrîyê yên Rêveberîya Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan li Parêzgeha Reqayê, îro Pênşemê bersiv da agahdarkirinekê ku ciwanek di dema melevanîya di çemê Firatê de, li rojavayê Pira Kevn a Reqayê, li ber avê çûye û heye ku bixeniqe.
Tîmên rizgarkirin û hawarçûnê, yekser berê xwe dan cihê bûyerê û dest bi xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kirin.
Tîma binavgeran, dema ku hê ciwan jîyana xwe ji dest nedabû, ji nav avê derxist. Tîma hawarçûnê berî ku wî bibe Nexweşxaneya El-Heyat a taybet li bajarê Reqayê, alîkarîya pizîşkî ya destpêkê jê re pêşkêş kir, û ji bo temamkirina dermankirinê û wergirtina çareserîyên pêwîst ew xistin beşa guhdana taybet.
Parastina Sivîl bangewazîya xwe ji bo xelkê derverê nû kir, ku melevanîyê di çemê Firatê de nekin, ji ber xurtîya herikîna avê, bi taybetî ligel bilindbûna asta ava çem. Her wiha tekez kir ku divê malbat haydarî zarokan bin û nehêlin ku ew nêzîkî kevîyên çem bibin, da ku bûyerên bi vî rengî dubare nebin.