Eden-SANA
Hêzên Çekdar ên Yemenê, îro Duşemê, ragihand ku wan çend hewldanên derbasbûnê û êrişên ku mîlîsên Hûsî birine ser çend enîyan li parêzgeha Te’ezê têk birine, di heman demê de got ku Hêzên Yemenê 1122 operasyonên armancgirtinê li dijî cih û liv û tevgerên wan mîlîsan li çendîn enîyan pêk anîne.
Ajansa Nûçeyan ya Yemenê “SABA” ji zarê çavkanîyeke leşkerî veguhast ku hin yekîneyên Hêzên Çekdar û yên Ewlehîyê û Berxwedana Gel, li enîyên li navçeyên Şemayetîn, Mewasit, Meafir û hin deverên din ên parêzgeha Te’ezê, pevçûnên tund pêk anîne, û karîne serwerîya qadê dîsa têxin destê xwe û cihên xwe biparêzin, piştî têkbirina hewldanên derbasbûnê ku ji alîyê endamên wan mîlîsan ve hatibûn pêkanîn
Çavkanîyê her wiha got ku rûbirûbûn bûne sedema kuştin û birîndarbûna bi sedan ji mîlîsên Hûsî—li gorî amara ku hatiye dayîn— ji encama kemîn, guleyên nîşanşikênan, dron û pevçûnên rasterast, hevdem ligel êrişên esmanî yên ku cih, alîkarîyên xurtkirinê û liv û tevgerên leşkerî yên wan mîlîsan li çend enîyan, kirine armanc.