Dêrezor-SANA
Wezareta Enerjîyê ragihand ku pênc îstgehên avê li gundewarê Dêrezorê ji nû ve hatin xebitandin, ev yek piştî nûjenkirina wan û sazkirina alavên teknîkî û tabloyên elektrîkê piştî daketina asta ava çemê Firatê pêk hat, û destnîşan kir ku îstgehên mayî dê di dema peydabûna şert û mercên guncaw de werin xebitandin.
Wezaretê di daxuyanîyekê de li ser kanala xwe ya Telegramê îro Pêncşemê dîyar kir ku Şirketa Giştî ya Ava Vexwarinê û Kanalîzasyonê li Dêrezorê, îstgehên Merat û ava El-Ebas li gundewarê rojhilat ê parêzgeha Dêrezorê, û Hemar El-Elî û Mihêmîde li gundewarê rojava li herêma Cezîreyê, tevî îstgeha ava El-Cefra li herêma Şamîyê, ji nû ve xistin xizmetê.
