Şam-SANA
Duh Yekşemê, Desteya Navendî ya Çavdêrî û Pişkinînê, ligel şandeyeke pilebilind a Nivîsgeha Neteweyên Yekbûyî ya Madeyên Hişbir û Tawanan (Şaxê Nehiştina Gendelî û Tawanên Darayî) civînek li dar xist.
Di civînê de bi giranî li ser mekanîzmayên nûjenkirina projeyasayan û zagonên birêxistina karê desteyê hat sekinandin.
Ev hevdîtin bi armanca guncandina çarçoveyên yasayî yên niştimanî ligel pîvan û ezmûnên navdewletî yên pejirandî di warên xurtkirina destpakî, çespandina rêgezên rêveberîya baş a sazûmanî û bilindkirina karîgerîya pergala nehiştina gendelîyê de pêk hat.
Ev civîn li baregeha desteyê ya li Şamê hat lidarxistin; naveroka civînê di çarçoveya wan hewlan de tê ku ji azmûna Nivîsgeha Neteweyên Yekbûyî ya di pêşxistina yasayên ku di bilindkirina karîgerîya karê çavdêrîyê û piştgirîkirina rêça çaksazîya sazûmanî de dibin alîkar sûdê wergirin.
Serokê Daîreya Hevbeşîyên Navdewletî li Desteya Navendî ya Çavdêrî û Pişkinînê Elî El-Hireh, di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê got: “Ji ber xemxurîya desteyê ji bo guncandina ligel ezmûnên navneteweyî yên nehiştina gendelîyê, em mêvandarîya şandeyeke Neteweyên Yekbûyî ya têkildarî Madeyên Hişbir û Tawanan ji bo komxebateke rahênanê dikin, da ku hinek projeyasayên têkildarî têkoşîna li dijî gendelîyê binirxînin.”
El-Hireh dîyar kir ku yek ji girîngtirîn projeyên ku tên gotûbêjkirin û têbînî li ser wan ji alîyê şandeya Nivîsgeha Neteweyên Yekbûyî ya Madeyên Hişbir û Tawanan ve tên wergirtin, projeyasaya dijberîya berjewendîyan, projeyasaya qezenca nerewa, û parastina şahid û agahdaran e.






