Hims – SANA
Dergehê sînorî yê Cûsîyê li gundewarê Himsê qerebalixîyeke berçav di tevgera rêwîyan de dibîne, ji ber ku ew niha yekane dergehê çalak e di navbera Sûrîyê û Libnanê de. Ev yek jî ber berdewamîya girtina dergehê Cedîdet Yabûs ji alîyê Libnanî ve, wekî encama gefên ewlekarîyê yên gumanbar, pêk tê.
Desteya Dergehan ragihand ku amadekarî gihandine asta herî bilind û xebat 24 saetan berdewam dikin. Desteyê tekez kir ku derbasbûn bi awayekî demkî li dergehê “Cedîdet Yabûs” hatiye rawestandin ji ber girtina dergehê Mesne’ê yê Libnanî piştî gefên Îsraîlê. Di heman demê de, xebat li dergehê “El-Erîde” hinekî berdewam dike ji bo dabînkirina vegera Sûrîyan.