Şam-SANA
Desteya Niştimanî ya Dadwerîya Veguhêz, bi armanca bihêzkirina hevkarîya teknîkî û sazûmanî di warên girêdayî piştgirîkirina qurbanî û kesên rizgarbûyî de, her wiha xurtkirina rêçên dadwerîya veguhêz ên li ser bingeha nêzîkatîyeke ku qurbanîyan wekî alîyê sereke yê proseya veguhêz dibînin, ligel Navenda Qurbanîyên Îşkenceyê (CVT), memorandumeke lihevkirinê îmze kir.
Desteyê îro Pêncşemê bi rêya kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku ev memorandum di çarçoveya hewldanên desteyê de tê ji bo mifawergirtina ji pisporîyên taybet di warên piştgirîya derûnî û civakî de, her wiha avakirina şîyanan, û pêşxistina pîşeyî ya ku piştgirîya mafên qurbanî û kesên rizgarbûyî dike.
Li gorî memorandumê, her du alî dê di hejmarek warên xwedî berjewendîya hevbeş de hevkarîyê bikin; di nav de pêşkêşkirina şêwirmendîyên teknîkî yên pispor, dabînkirina rênîşanderan û jêderên zanînê, ligel lidarxistina komxebat, bernameyên perwerdeyê û çalakîyên rêberî û şîretkarîya teknîkî yên li gorî pêdivîyan hatine amadekirin, bi rengekî ku beşdarî bihêzkirina şîyanên sazûmanî û teknîkî yên desteyê bibin û piştgirîya cîbicîkirina erkên wê bikin.