Dêrezor -SANA
Rêveberîya Ewlekarîya Navxweyî li devera El-Meyadînê ya li gundewarê Dêrezorê, îro Şemîyê sê kes girtin, piştî ku gule bi awayekî bêserûber ber bi Kela Rehbeyê ya dîrokî ve berdabûn.
Fermandarîya Ewlekarîya Navxweyî li parêzgeha Dêrezorê li ser rûpela xwe ya Facebookê dîyar kir ku kesên girtî (X. M), (E. M) û (H. M) bo lêpirsînê hatine veguhestin, da ku rêkarên yasayî yên pêwîst dermafê wan werin temamkirin, wekî amadekarîyê ji bo radestkirina wan ji bo dadgeha pêwendîdar.
Fermandarîyê piştrast kir ku ev girtin di çarçoveya hewldanên hêzên ewlehîyê de ji bo parastina aramîya giştî ye, û wekî piştrastkirinê ye ku dîyardeya gulebarandina bêserûber di bin çi şert û mercî de be jî qedexe ye, her weha parastina şûnwarên mîrateyî û dîrokî ye, û tekezîyek e ku çi riftara derveyî yasayê nayê pejirandin.


