Reqa-SANA
Şaxê Sendîkaya Parêzeran li Reqayê, îro Yekşemê 15emîn salvegera çalakîya protestoya parêzeran a li dijî kiryarên rejîma revîyayî, ya ku di 16ê Tebaxa sala 2011an de bi beşdarîya zêdetirî pêncî parêzerên jin û mêr pêk hatibû, bi rêya çalakîyekê di bin navê “Roja Parêzerê Reqayî” de vejand.
Di çalakîyê de parêzerên şehîd hatin bibîranîn û rêz li malbatên wan hat girtin.
Serokê Şaxê Sendîkaya Parêzeran li Reqayê Mihemed Salih El-Necim di daxuyanîyekê de ji bo nûçegihanê SANAyê got: “Vejandina vê salvegerê helwesta parêzeran a li hemberî zilm û sitemkarîyê vedigerîne, û tekezîyê li ser pabendîya wan bi nirxên azadî, rûmet û dadmendîyê dike.”
El-Necim destnîşan jî kir ku di çalakîyê de rêzgirtina li malbatên parêzerên şehîd û bîranîna hevalên wan ên ku di salên şoreşê de jîyana xwe ji dest dane, cih girt.
Ji alîyê xwe ve, Emîndarê Şaxê Sendîkaya Parêzeran li Reqayê Ehmed El-Xelîl, dîyar kir ku vejandina vê bîranînê armanc dike ku bîra vê rawestgehê di dîroka sendîkayê de biparêze. Her weha şehîd, girtî û windayan bi bîr bîne, û rola parêzeran di berevanîkirina li maf û azadîyan û çespandina nirxên dadmendîyê xurt bike.


