Şam-SANA
Erdhejek bi hêza 3.8 pileyan li gorî pîvera Richterê, îro Çarşemê saet yek û 12 xulekên nîvroyê li gorî dema xwecihî, li naverasta Tirkîyê bi qasî 125 km li bakurê bajarê Helebê pêk hat.
Navenda Niştimanî ya Erdhejan li Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan a Sûrîyê, li ser rûpela xwe ya Facebookê dîyar kir ku erdhej li ser qelişînên Rojhilatê Anatolyayê pêk hatiye.