Heseke-SANA
Îro Sêşemê, Şirketa Giştî ya Elektrîkê li parêzgeha Hesekê ragihand ku di çarçoveya nûjenkirin û çakkirina tora elektrîkê de, 6 transên nû yên bi hêza 630 KVA li çend taxên bajarê Hesekê hatine danîn.
Rêveberê Giştî yê Şirketê Ekrem Silêman di daxuyanîyekê de ji SANAyê re dîyar kir ku ev transên nû li taxên Xiwêran, Muftî, Salihîyê û Ezîzîyê hatine danîn.
Silêman eşkere kir ku ev pêngav beşek e ji plana nûjenkirina pêkhateyên torê û baştirkirina dabînkirina elektrîkê ji bo welatîyan li taxên navborî.
Navborî dupat kir ku karên nûjenkirina toran, xetên voltaja bilind û navendên dabeşkirinê li Hesekê berdewam in; bi mebesta amadekirina sîstema elektrîkê û gihandina enerjîyê bo hejmara herî zêde ya niştecihan.
Her wiha, karên çêkirin û nûjenkirina birca voltaja bilind li ser xeta Siwêdîye-Qamişloyê berdewam dikin, da ku elektrîk careke din vegere stasyonên dabeşkirinê yên li herêmên Til Elo, Til Hemîs, Til Koçer (Ye’rubîyê) û Tewîla li gundewarê Hesekê.