Heleb-SANA
Rêveberîya Ewlehîya Navxweyî li Ezaza gundewarê Helebê, her du kesên bi navên (H.X) û (E.X) bi gumanbarîya desthebûna di kuştina welatîyê bi navê Husên Ebdullah Dîyab û birîndarkirina hinekên din de girtin.
Rêveberîyê di daxuyanîyekê de îro pêncşemê aşkere kir ku her du girtîyan li ser gulebaranê li pey nakokîyeke malbatî ya ku veguherî bikaranîna çekan û bû sedema kuştî û birîndaran, li tawana xwe mikur hatine.
Her du girtî ji bo temamkirina rênimayên yasayî yên pêwîst li gorî usûlê, radestî alîyên peywendîdar hatin kirin.