Dêrezor-SANA
Îro Sêşemê, du ciwan û zarokek di 3 bûyerên xeniqînê yên cihê de li çemê Firatê li parêzgeha Dêrezorê jîyana xwe ji dest da, di heman demê de zarokeke din hat rizgarkirin.
Rêveberê Navenda Operasyonan li Rêveberîya Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan li Dêrezorê El-Beraa El-Hemed, di daxuyanîyekê de ji nûçegihanê SANAyê re dîyar kir ku rêveberîyê agahdarîyek li ser hebûna du bûyerên xeniqînê li gundê Siwêdan Cezîre wergirtiye, û da zanîn ku her du bûyer ên du keçan in; xelkê karîbû cenazeyê yekê ji wan a 15 salî derxînin, lê ya din hat rizgarkirin.
El-Hemed amaje bi wê yekê jî kir ku agahdarîyek li ser bûyereke xeniqînê li gundê Bû Bedran li gundewarê Bûkemalê hatiye dayîn, ku tîmên pispor karîbû cenazeyê ciwanekî 22 salî derxînin.
El-Hemed eşkere kir ku tîmên Parastina Sivîl, piştî operasyonên lêgerînê ku çend saetan berdewam kirin, cenazeyê ciwanekî ku di çemê Firatê de li nêzîkî bajarokê El-Eşare li gundewarê rojhilatê Dêrezorê xeniqîbû, derxistin.
El-Hemed bang li welatîyan kir ku pêwîst e baldarî zarokên xwe bin, û rê nedin wan ku di bin tu şertekî de melevanîyê bikin ji bo parastina jîyana xwe û kêmkirina metirsîyan. Her wiha ciwan ji metirsîyên melevanîyê hişyar kirin, nemaze li gundewarê rojhilatê Dêrezorê ku niha asta ava çemê Firatê lê bilind dibe.