Şam – SANA
Wezareta Navxwe îro Yekşemê, êrîşa li ser Balyozxaneya Îmaratê ya li Şamê şermezar kir û wekî binpêkirina qanûnê pênase kir, tevî ku xwenîşandana aştîyane rewa ye. Wezaretê ragihand ku lêkolîn ji bo şopandina kesên tevlî bûne dest pê kirine, hevdem ligel xurtkirina tedbîrên ewlehîyê li derdora hemû nûneratîyên dîplomatîk ji bo misogerkirina silametîya wan.
Wezareta Derve Înê redkirina xwe ya teqez ji bo her êrîşekê li ser baregehên dîplomatîk nû kir û tekez kir ku ew di bin parastina Qanûna Navdewletî de ne. Wezaretê giranî da ser pêwîstîya parastina wan wekî sembola peywendîyên di navbera dewlet û gelan de, û dabînkirina silametîya wan ji her binpêkirinekê.