Heleb-SANA
Hêlên Asmanî yên Sûrîyê piştrast kir ku ew geştên ku vê dawîyê ji Balafirgeha Navdewletî ya Helebê hatine ragihandin, geştên awarte yên nû ne, û şûna geştên ku di bernameyên berê de hatibûn betalkirin nagirin.
Kompanyê di daxuyanîyekê de ku SANAyê duh Çarşemê kopîyek jê wergirt, dîyar kir ku her rêwîyekî ku geşta wî berê hatibû betalkirin, dikare bihayê bilêta xwe bi temamî wergire, ji bo parastina mafên hemû rêwîyên ku ji betalkirinên berê zirarmend bûne.
Kompanyê her wisa destnîşan kir ku bihayên van geştan li gorî lêçûna xebitandinê ya rastîn a geştên ku di bin mercên xebitandinê yên niha de têne kirin tê dîyarkirin, da ku berdewamîya xebitandina geştan were misogerkirin.