Heleb-SANA
Dergehê Sînorî yê Selameyê yê bi Tirkîyê re di nava heşt mehan pêşî yên vê salê de, tevegereke çalak û geş a derbasbûna rêwî û barhilgirên bazirganî dît, ji ber hêsankarîyên gumrikê û rêkarên hêsan ên ku Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikan ji bo misogerkirina herikbarîya tevgerê û lezkirina temamkirina karûbaran pêşkêş dike.
Desteyê di daxuyanîyekê de dîyar kir ku dergeh ji destpêka salê heta talîya meha Tebaxê, derbasbûna 46 hezar û 480 barhilgirên bazirganî ji her du alîyan ve, ku bi zêdetirî mîlyonek û 77 hezar ton kelûpel barkirî bûn, tomar kiriye. Ev yek jî girîngîya dergeh di piştgirîkirina pevguhertina bazirganî ya di navbera Sûrîye û Tirkîyê de û hêsankirina derbasbûna karwanên bazirganî bi pergala tranzîtê di rêya axa Sûrîyê re nîşan dide.
Dergeh her wiha di heman heyamê de derbasbûna zêdetirî mîlyonek û 233 hezar rêwîyan ji her du alîyan ve tomar kir, ligel pêşwazîkirina zêdetirî 73 hezar hemwelatîyên Sûrî yên ku bi dilxwazî vegerîyan welatê xwe.
Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikan projeyeke tekûz ji bo pêşxistina Dergehê Selameyê û bilindkirina şîyana wê ya wergirtinê bi cih tîne, ku nûjenkirina binesazîya wê û sazîyên wê yên xizmetguzarî û xebitandinê, her wiha xurtkirina rola wê wekî dergehekî girîng ji bo tevgera rêwîyan û bazirganîya di navbera Sûrîye û Tirkîyê de li xwe digire.