Şam – SANA
Yekîtîya Rojnamegerên Sûrî roja Pêncşemê ragihand ku Sûrîye di endeksa azadîya çapemenîyê ya cîhanî ya sala 2026an de 36 pileyan bi pêş ketiye, û ji pileya 177an gihîştiye pileya 141an di asta cîhanê de; yekîtîyê ev yek wekî şehadeteke navdewletî li ser başbûna sektora ragihandinê û xurtkirina rola wê ya çavdêrîyê wesif kir.
Yekîtîyê ev pêşketin vegerand bo başbûna nîşanderên sîyasî, yasayî û ewlehîyê û kêmkirina sînoran, ku ev bû sedema peydabûna jîngeheke ragihandinê ya vekirî. Her wiha di vê heyamê de dezgehên ragihandinê yên navdewletî vegerîyan û kadroyên jêhatî di bin sîya aramîya ewlehîyê de erkên xwe girtin ser milên xwe, ku ev bû sedema pêngavaeke kalîteyî di asta Erebî û cîhanî de.
Yekîtîyê tekezî li ser hewldana gihîştina bi “Devera Kesk” di asta cîhanî de kir, ew jî bi rêya nûkirina yasayan û misogerkirina mafan û gihîştina bi zanyarîyan; her wiha banga karekî pîşeyî û pêşxistina aborîya ragihandinê kir da ku serxwebûna wê were parastin û destkeftî tevî paşketina cîhanî ya azadîyan werin parastin.