Lazîqîye-SANA
Fermandarîya Ewlekarîya Hundirîn li parêzgeha Laziqîyeyê, li herêmên El-Heffe, El-Qerdaha û Cebleyê, operasyonên ewlekarîyê yên li pey hev pêk anîn. Di encama van operasyonan de sê endamên şaneyeke terorîst ku destê wan di êrîşên li ser endamên Ewlekarîya Hundirîn û Artêşa Sûrîyê de hebû, hatin girtin.
Wezareta Hundirîn eşkere kir ku kesên hatine girtin ev in: Xeyas Mehmûd (berpirsê çêkirina teqemenîyan di şaneya “Seraya El-Cewad” de), Ce’ifer Semî’ Hesen û Edhem Xeyas Mehmûd; her sê jî endamên heman şaneyê ne.
Di dema operasyonan de, yekîneyên ewlekarîyê dest danîn ser mayîn, çek, fîşek, bombeyên destan û alavên leşkerî ku ji bo pêkanîna çalakîyên terorîstî û têkdana ewlehîya welatîyan hatibûn amadekirin.
Wezaretê tekez kir ku dest hatîye danîn ser hemû alavan û kesên girtî ji bo pêkanîna rênimayên yasayî yên pêwîst radestî dadgeha peywendîdar hatine kirin. Ev xebat di çarçoveya hewildanên berdewam de ne ji bo xurtkirina ewlehî û aramîya parêzgehê.



