Idlib-SANA
Hêzên Ewlekarîya Navxweyî li parêzgeha Idlibê, bi hevkarîya Rêveberîya Dijterorê, şaneyeke din a ku rasterast bi tora sîxuran a ser bi rejîma têkçûyî ve girêdayî ye û di 15ê Hezîrana borî de hatibû girtin, eşkere kir, her wisa endamên şaneyê girtin.
Fermandarê Ewlekarîya Navxweyî li Idlibê Emîd Xesan Bakîr, îro Yekşemê ji SANAyê re ragihand: “Ji bo temamkirina lêpirsîn û operasyonên şopandina ewlehîyê ya dosyeya tora sîxuran a ser bi rejîma berê ve ku di 15ê Hezîrana borî de hatibû girtin, Hêzên Ewlekarîya Navxweî bi hevkarîya ligel Rêveberîya Dijterorê şaneyeke din a ewlehîyê ya ku rasterast bi heman torê ve girêdayî ye eşkere kir, piştî çavdêrî û şopandineke hûr jî, endamên wê li parêzgehê girtin.”

Bakîr lê zêde kir û got: “Alîyên peywendîdar lêkolînên xwe didomînin da ku hûrgilîyên çalakîya şaneyê û pêwendîyên wê eşkere bikin, her wiha rêkarên yasayî derheqê kesên girtî de temam bikin û wan radestî dadgeha pispor bikin.”