Hesekê-SANA
Fermandarîya Ewlekarîya Navxwe li parêzgeha Hesekê, hejmareke kesên ku destê wan di derketina alozîyên ku zîyan gihandine aştîya civakê û mal û milkên taybet li devera Serê Kanîyê ya gundewarê parêzgehê û rê li ber vegera hin malbatan bo malên wan girtibûn, binçav kirin.
Fermandarîya Ewlekarîya Navxwe di daxuyanîyekê de îro Çarşemê, dîyar kir ku bi hevahengîya ligel alîyên dadwerî yên peywendîdar, hemû kesên ku beşdarîya wan di van kiryaran de hatibû îsbatkirin hatin girtin, da ku li gorî rêkarên qanûnî ji bo dadgehê bêne veguhestin.
Fermandarîya Ewlekarîya Navxwe tekez kir ku ew dê sistîyê li hemberî çi alî an kesekî ku beşdarbûna wan hatibe îsbatkirin di kiryarên ku zîyan gihandine ewlehîya welatîyan, sazîyên dewletê, milkên giştî yan yên taybet de, neke, û piştrast kir ku dê yasa dermafê her kesê berpirsîyar li gorî rêkarên naskirî bê cîbecîkirin.
Ev rêkar piştî bûyerên alozîyê û destdirêjîyên ku li devera Serê Kanîyê di rojên borî de derketine tên, ew rûdan hevdem bûn ligel vegera xelkê bo malên wan, ku piştî cîbicîkirina rêkarên ewlehîyê yên pêwîst, vegera zêdetirî 400 malbatî bo gundewarê Serê Kanîyê hat ewlekirin, di çarçoveya xemxwrîya dewletê ji bo parastina ewlehî û aramîya civakê û çespandina serwerîya qanûnê de.