Heleb-SANA
Rêveberê Ragihandinê yê Rêveberîya Tenduristîya Helebê Munîr El-Mihemed di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê tekez kir ku hejmara qurbanîyên ji ber armancgirtina taxên niştecihbûnê ji alîyê rêxistina HSDê ve, ji roja Sêşema borî ve gihîştiye 24 kuştî û 129 birîndaran.
Desteya operasyonan a Artêşa Sûrîyê duh rawestandina hemû operasyonên leşkerî li hundirê taxên Şêx Meqsûd û Eşrefîyê li Helebê ragihandibû. Her wiha çekdarên rêxistina HSDê yên ku li taxê bûn, ber bi bakurrojhilatê Sûrîyê ve hatin veguhastin.