Şam-SANA
Wezîrê Pêwendî û Teknolojîya Zanyarîyê Ebdilselam Heykel, tevlîbûna Sûrîyê bo nav Rêxistina Hevkarîya Dîjîtal (DCO) ragihand.
Ev tevlîbûn piştî îmzekirina peymana endamtîyê ligel Sekretera Giştî ya rêxistinê Dîme El-Yehya, bi amadebûna Kargerê Karûbarên Balyozxaneya Sûrîyê li Rîyadê Mihsin Mehbaş pêk hat.
Wezîr Heykel îro Şemîyê di parvekirinekê de li ser platforma “X”ê got: “Beşdarîya me di rêxistinê de dê çalak be bi rengekî ku berjewendîyên Sûrîyê pêk bîne, piştgirîya geşbûna wê ya dîjîtal bike, û qadên nû ji bo hevkarîya ligel dewletên endam veke.”