Hema-SANA
Dezgeha Sûrî ya Dexlûdanê, navend û sîloyên Qel’et El-Medîq li parêzgeha Hemayê piştî nûjenkirina wan, vekirin. Ev yek bi armanca zêdekirina amadebaşîya wergirtina dexlûdan û dabînkirina xizmetguzarîyên çêtir ji bo cotkaran hate kirin.
Cîgirê Wezîrê Aborî û Pîşesazîyê, Mahir Xelîl El-Hesen, dîyar kir ku sîlo piştî xebatên çaksazkirin û nûjenkirinê yên ku 10 mehan bi destê pisporên niştimanî dom kirin, ketine xizmetê. Ev sîlo ji sala 2015an ve di encama topbaran û rûxandinê de zirar dîtibûn û ji xizmetê derketibûn.
El-Hesen bal kişand ser hewldanên zêdekirina şîyana wergirtina rojane ya sîloyan ji 1500 tonî bo 1800 tonî, bi armanca dabînkirina pêdivîyên cotkaran, nexasim ku berhema genim di vê werzê de zêde ye.
Hêjayî gotinê ye ku Wezareta Aborîyê ji bo amadekarîya werza firotinê ya îsal ku di serê meha Hezîranê de dest pê kiriye, piranîya sîloyên parêzgehê nûjen kirine.








