Heleb-SANAvb
Desteya Operasyonan a Artêşa Sûrîyê, careke din şênîyên taxa Şêx Meqsûd haydar kirin ku divê ji hemû binkeyên rêxistina HSDê û endamên rêxistina terorîst a PKKê dûr bikevin, bi taybetî ji deverên ku wê werin ragihandin.
Desteya Operasyonan a Artêşa Sûrîyê ragihand: “Em ê bi rêya ekran û platformên El-Ixbarîye ya Sûrî, binkeyên ku dê di nav taxa Şêx Meqsûd de bibin armanc biweşînin; ew binkeyên ku rêxistina HSDê û endamên rêxistina terorîst ya PKKê ji xwe re kirine navendên leşkerî û cihên avêtina mûşekan, û wekî bingehekê ji bo operasyonên xwe yên li dijî tax û niştecîhên bajarê Helebê bi kar tînin.”
Desteya Operasyonan a Artêşa Sûrîyê di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê ragihandibû ku korîdoreke mirovî ji saet 4-6ê êvarî hatiye vekirin. Desteyê bang li şênîyên taxa Şêx Meqsûd kir ku bi lez bi rêya Korîdora El-Ewarid ber bi taxên bajarê Helebê ve derkevin, her wiha bang li endamên rêxistina HSDê jî kir ku çekên xwe deynin û soz da ku ew ê ewlehîya wan dabîn bike.
Ji alîyekî din ve, çavkanîyeke leşkerî amaje bi hebûna hêzên ser bi rêxistina terorîst ya “PKK” li taxa Şêx Meqsûd a Helebê kir, ku hewl didin peymanê têk bidin û artêşê û hêzên ewlekarîyê bikin armanc.