Tertûs-SANA
Hêzên Ewlehîya Navxweyî li navçeya Dirêkîşê li parêzgeha Tertûsê, kesên mayî yên grûpa ku Karên tawankarî kiribûn û di 6ê Adara bûrî de êrîşî Hêzên Leşkerî û Ewlehîyê kiribûn, desteser kirin.
Serokê Ewlehîya Navxweyî li parêzgeha Tertûsê, eqîd EbdulʼAl Muhemed di daxuyanîyekê de ku kenala Telegram ya Wezareta Navxweyî veguhestibû, da xuyakirin ku îro di çarçoveya şopandina berdewam ya pêjavoya ewlehîyê de ya ku Hêzên Ewlehîya Navxweyî li navçeya Dirêkîşê berî çend rojan pêk anîbû, rêveberekî vê grûpê, tawanbar Beşar Hemûd hat armanckirin û yekîneyên taybet kesên mayî jî girtin.