Heleb-SANA
Fermandarê Ewlehîya Navxweyî li parêzgeha Helebê Eqîd Mihemed Ebdilxenî, duh Çarşemê, tekez kir ku lêpirsînên destpêkê yên ligel kesên bi tometa kuştina Şêx Ebdilrehman El-Caʼid li devera Telalînê li gundewarê bakurê Helebê hatine girtin, nîşan dan ku sedemên tawanê cînayî û kesane ne, û gotgotên berevajî vê yekê yên têne belavkirin dûrî rastîyê ne.
Li gorî ku Hêzên Ewlehîya Navxweyî bi rêya kanala xwe ya Telegramê ji zarê Eqîd Ebdilxenî veguhestiye, sazîyên ewlehîyê hewldanên berdewam ên belavkirina çîrokin nerast derbarê vê bûyerê li ser torên civakî şopandine, û tekezî li ser wê yekê kir ku ev hewldan eşkere ne û armanca wan gurkirina raya giştî, belavkirina fitneyê û têkbirina aştîya civakî ye.
Fermandarê Ewlehîya Navxweyî da zanîn ku lêpirsîn hîn jî berdewam in, da ku hemû hûrgilîyên tawanê bêne naskirin, û bang li platformên ragihandinê kir ku belavkirina gotegotan rawestînin, tu analîz û şiroveyan derbarê vê bûyerê berîya bidawîbûna rêkarên dadwerî belav nekin, û li benda encamên dawî bin, ên ku dê ji alîyên peywendîdar ve yekser piştî bidawîbûna lêpirsînê bêne ragihandin.