Hims – SANA
Fermandarîya Ewlekarîya Navxweyî li parêzgeha Himsê, operasyoneke ewlehîyê li gundewarê bajêr yê rojava li dijî torên qaçaxî û bazirganîya maddeyên hişbir da destpêkirin.
Operasyon piştî du rojan ji şopandin û çavdêrîyê, bi girtina 20 kesên gumanbar bi qaçaxî û belavkirina maddeyên hişbir bi dawî bû. Ew kes radestî sazîyên pêwendîdar hatin kirin da ku lêpirsîn bên temamkirin û tedbîrên qanûnî der mafê wan de bên girtin.
Di bûyereke cuda de, hinek kesên nenas êrîşî avahîya Rêveberîya Herêmê ya li Til El-Şorê kirin, bi mebesta astengkirina karê sazîyên ewlekarîyê; ji ber vê yekê rayedaran qedexeya derketina derve ya demkî ragihand, û 4 gumanbarên êrîşê hatin girtin da ku radestî dadgehê bên kirin.