Şam-SANA
Şandeyek ji Koma El-Muheyidib a Siûdî ya ji bo Veberhênanê, tevî Rêvebirê Sazîya Giştî ya Pîşesazîya Xurekê, serdana hejmareke sazîyên pîşesazî yên ser bi Wezareta Aborî û Pîşesazîyê ve kirin da ku ji nêz ve li rewşa kar, hilberîn û teknolojîyên wan binêrin.
Serdanê peymangehên pratîkî yên li Şamê, kargehên Beqîn û El-Fîce yên dagirtina avê, û kargeheke berê ya pîşesazîya şekir li gundewarê Şamê li xwe girtin.
Armanca vê serdanê xurtkirina hevkarî û pevguhertina ezmûnan e di warên pîşesazîya xurek û avê de, bi rengekî ku piştgirîya hevkarîya aborî ya di navbera her du welatan de bike.
Hêjayî gotinê ye ku Mus’eb El-Muheyidib berîya niha ragihandibû ku ew ê bi bihayê 200 mîlyon dolarî veberhênanên nû bike di warên pîşesazî û çandinîyê de.

