Şam-SANA
Sazîya Giştî ya Niştecihkirinê bi Kompanya “Dosky” a peymankarî û avakirinê re peymana şirîkatîyê îmze kir.
Armanca peymanê cîbicîkirina projeya niştecihbûnê ya zîrek bi navê “Royal City” e, ku li devera Sebûreyê ya Gundewarê Şamê tê avakirin.
Wezaretê duh Duşemê li ser kanala xwe ya Telegramê ragihand ku ev proje nêzîkî 20 kîlometreyan ji Şama paytext dûr e.
Di çarçoveya projeyê de, li ser sê modelên cuda û bi rûberên cihêreng 500 yekîneyên niştecihbûnê têne avakirin.
Her wiha proje di nav jîngeheke avahîsazîyê ya ligel baxçe û qadên kesk; navendên bazirganî, xizmetguzarî, kêf û şahî û perwerdeyê jî li xwe digire.
Li gorî agahîyên wezaretê, di projeyê de toreke rêyan a sereke û ne sereke, li ber derîyê projeyê navendeke bazirganî û li nîveka bajar jî navendeke xizmetguzarî û kêf û şahîyê heye; ev yek gihîştina hemû beş û navendên projeyê hêsan dike.



