Hims-SANA
Îro Yekşemê, li Otêla Sefîr li Himsê, çalakîyên Pêşangeha “Asoyên Dîjîtal” ya ku ji alîyê Şaxê Komeleya Zanistî ya Sûrî ya Zanyarînasî ve li Himsê hatiye organîzekirin, dest pê kirin. Ev çalakî di bin çavdêrîya Wezareta Pêwendî û Teknolojîya Zayarîyan e, û sê rojan dewam dike.
Zêdetirî 20 Şirket û sazîyên akademîk yên pispor di bernamegerî, çareserîyên dîjîtal, teknolojîyên zanyarîyan, binesazî û kabloyên fîber optîk de, her wiha projeyên xwendekarên zanîngehan û Şirketa Erebistana Siûdî jî di vê pêşangehê de beşdar dibin.
Rêvebirê Ajansa Neteweyî ya Teknolojîya zanyarîyan, Şehade Ibrahîm, dîyar kir ku pêşangeh têkilîyan di navbera şirket û sazîyên akademîk de xurt dike û piştgirîyê dide nûjenîyê di şirketên nû-destpêkirî de.
Navborî amaje bi destpêkirina Inîsîyatîfa Bernameya Neteweyî ya ji bo şirketên nû-destpêkirî û platforma lîsansdayîna elektronîkî kir. Her wiha bal kişand ser pêşxistina binesazîya dîjîtal û piştgirîya derbaskirina operatora “Zain” bo pêşengîya karsazîyê. Wî girîngîya pêşangehan di veguherandina ramanan bo çareserîyên pratîk, tekez kir.








