Reqa – SANA
Îro sibehî, Duşemê, kesek mir û yekî din jî birîndar bû, ji ber teqîna mayînekê ji paşmayên “HSDê” li navenda berê ya Pembû li bajarokê Eyn Îsayê li gundewarê bakurê Reqayê.
Rêveberê Nexweşxaneya Eyn Îsayê mirina kesekî û birîndarbûna yekî din (ku birine Reqayê) tekez kir. Wî zelal kir ku heta niha ji ber pirbûna mayînên li derdorê, termê kesê mirî nehatiye derxistin; ev mayîn rê li ber gihîştina tîmên hawarçûnê digirin.
Mayîn û paşmayên şer hîn jî canê sivîlan li Sûrîyê distînin û dibin sedema birînên giran. Her wiha dibin asteng li pêşîya çandinî û aborîyê û rê li ber vegera xelkê bo malên wan digirin.
TAGGED: Reqa, HSD, Mayîn