Laziqîye-SANA
Tîmên Berevanîya Sivîl a Sûrîyê yên Rêveberîya Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan li parêzgeha Laziqîyê, îro Duşemê, şewata ku li Komelgeha Nanpêjîyên El-jezîre li Kolana El-Jimhurîye li nava bajêr derket vemirandin; șewat bû sedem ku sê kes birîndar bibin.
Berevanîya Sivîl li ser kanala xwe ya Telegramê, dîyar kir ku tîmên wan agir bi temamî kontrol kirin, her wiha karên sarkirinê yên pêwîst pêk anîn û ewlehîya cihê bûyerê dabîn kirin.
Her wiha Rêveberîyê anî ziman ku di encama şewatê de sê kes birîndar bûn, du rewşên xeniqînê û kesek ku lingê wî birîndar bûye di nav wan de hene. Tîmên bijîşkî û hawarçûnê yên ser bi Berevanîya Sivîl ve, alîkarîyên bijîşkî yên detpêkî pêşkêşî birîndaran kirin.


