Heseke – SANA
Hêzên Ewlehîya Navxweyî li parêzgeha Hesekê li ser bûyera kuştina ciwanê bi navê Kasir Etîye El-Mihemed ku duh Pêncşemê li Taxa Balafirgehê ya bajarê Qamişloyê hat kuştin, du kes girtin; ev pêngav piştî şopandineke ewlehîyê û komkirina agahîyên têkildarî bûyerê pêk hat.
Îro Înê, Hêzên Ewlehîya Navweyî di daxuyanîyekê de li ser kanala xwe ya Telegramê eşkere kir ku alîyên pêwendîdar dest bi lêpirsîna ligel her du girtîyan kirine da ku hûrgilîyên tawanê eşkere bikin û berpirsîyarîyan destnîşan bikin, wekî amadekarîyekê ji bo avêtina pêngavên yasayî yên pêwîst li hemberî her kesê ku tawanbarîya wî were piştrastkirin û şandina wî bo dadgeha têkildar.