Şam-SANA
Bi serpereştîya Wezareta Derve û Koçberan, îro Duşemê li Otêla “Dama Rose”ê ya li Şamê, komxebateke Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan a li ser ewlehîya keşûhewayê li Sûrîyê bi beşdarîya nûnerên hejmarek wezaretan û rêxistinên xwecihî, navneteweyî û yên Neteweyên Yekbûyî, dest pê kir.
Ev komxebat wekî gava yekem û girîng e ji bo avakirina têgihîştineke hevpar li ser fișar û metirsîyên keșûhewayê yên li ser Sûrîyê. Her wiha alîkar e ji bo fêmkirina têkilîya van metirsîyan bi aramî, girêdana civakî û xweragirtina civakê re, û vekirina dîyalogeke sazûmanî ya avaker di navbera hemû alîyên çalak de ji bo dîyarkirina pêşgavîyan û xalên destpêkê yên kirdarî.