Heseke – SANA
Rêveberîya Tenduristîyê ya Hesekê, duh Sêşemê, navenda tenduristîyê ya “Neşwa”yê li bajarê Hesekê vekir, piştî ku bi hevkarîya Rêxistina Bijîşkên Bêsînor hate nûjenkirin û xizmetên wê hatin berfirehkirin, bi armanca xurtkirina xizmetên bijîşkî û guhdana tenduristî ya pêşîn.
Navendeke bijîşkî ya nimûneyî
Rêveberê Tenduristîyê yê Hesekê Xalid El-Xalid, di daxuyanîyekê de ji nûçegihanê SANAyê re, dîyar kir ku navend xizmetên guhdana tenduristî pêşkêşî nexweşên demdirêj, zarok, jin û ducanîyan dike, ligel xizmetên derzîdana parastinê ku ji hêla Rêveberîya Tenduristîyê ve têne encamdan. Her wiha da zanîn ku ev navend wek yek ji navendên nimûneyî tê dîtin, û rêveberî daxwaza belavkirina ezmûna wê li ser navendên din jî dike.
El-Xalid destnîşan kir ku vekirina navendê wek beşekî ji plana Wezareta Tenduristîyê ye, ku armanca wê piştgirîya navendên tenduristîyê û xurtkirina bernameyên guhdana tenduristî ya pêşîn e, bi awayekî ku alîkarîyê bide peydakirina xizmetên bijîşkî yên pêwîst ji bo hejmara herî mezin a serlêderan di nav navendên guhdana tenduristî de.
Xizmetên tenduristîyê yên nû
Ji alîyê xwe ve, rêveberê çalakîyên perestarî di Rêxistina Bijîşkên Bêsînor de Ebdilbasit Yûnis, dîyar kir ku karên nûjenkirin û berfirehkirinê, avakirina avahîyeke nû û amadekirina hin odeyên din li derveyî avahîya berê li xwe digirin; vê yekê rê da firehkirina çarçoveya xizmetên ku têne pêşkêşkirin. Her wiha amaje bi wê yekê kir ku piştgirîya rêxistinê ji navendê re, bi rêya dabînkirina alîkarîyên darayî, peydakirina çavkanî û dermanan, ligel piştgirîya teknîkî û çavdêrîyê ye.
Yûnis bal kişand ser ku navendê berê tenê xizmetên xwe ji bo nexweşên demdirêj pêşkêş dikirin, lêbelê di encama karên nûjenkirin û berfirehkirinê de, hin xizmetên tenduristîyê yên dîtir derbasî navendê bûne, ku derfeta pêşwazîkirina beşekî berfırehtir ji serlêderan dabîn kiriye. Her wiha Yûnis tekez kir ku hevkarîya bi Rêveberîya Tenduristîyê re ji bo pêşxistina asta kar û xizmetên tenduristîyê yên ku ji welatîyan re têne pêşkêşkirin, berdewam e.




