Hesekê-SANA
Hikûmeta Sûrîyê îro li Hesekê, li herêma Mîlebîyê 88 girtîyên ku endamên “HSD” bûne berdan, ku ev gav dikeve çarçoveya hewldanên tîma serokatîyê û fermandarîya ewlehîya navxweyî de ji bo şopandina Peymana 29ê Çileya Paşîn.
Parêzgarê Hesekê, Nuredîn Ehmed dîyar ku ev kom temamkirina berdana 232 girtîyên berê ye ku di heştê vê meha Gulanê de hatibûn berdan. Her wiha tekez kir ku xebat ji bo azadkirina komên nû heya azadkirina hemû girtîyan piştî Cejna Qurbanê didome.
Bendên peymana berfireh a di navbera her du alîyan de hatî îmzekirin ev in: Rawestandina agir, yekkirina hêzan di warê leşkerî û îdarî de, ketina hêzên ewlehîyê nav navendên Hesekê û Qamişloyê, û her wiha radestkirina hemû sazîyên fermî, dergeh û derîyên sînorî ji bo dewletê.
