Şam -SANA
Pileyên germahîyê îro Înîyê, di encama paşveçûna şepola hewayê ya germ ku welat di rojên borî de ketibû bin bandora wê, di daketinê de berdewam dikin, da ku li seranserî Sûrîyê bibin li derdora astên xwe yên salane an piçekî kêmtir.
Navenda Neteweyî ya Keşnasîyê dîyar kir ku keşûhewa li herêmên Rojhilat û Cizîrê di nava rojê de bi giştî havînî û asayî ye heta hinekî germ. Li herêmên Peravê, Bakur, Navîn û Başûrê Rojava bi giştî di navbera sayî û nîv-ewrahî de ye, û derfeta barîna hinek baran li wir heye. Lê li herêmên Rojhilat, Cizîr û Badîye tozdar e.
Di danê şevê de, keşûhewa bi giştî xweş e û herêmên çiyayî ber bi sarbûnê ve diçin, ligel rêjeyeke şilîyê ya bilind serê sibehê, û hişyarî ji çêbûna mijeke sivik li hin deverên herêma Navîn, Başûr û Qelemûnê tê dan.
Tevgera ba dê di navbera Rojava ber bi Başûrê Rojavayî de be, û xurtbûna wî dê di navbera sivik û orte de be, ligel bahozên ku leza wan di danê piştî nîvro de 65 km/saetê de derbas dike bi taybetî li herêmên Navîn û Başûr, ku dibe sedema rabûna toz û tirabêlkan li hin herêmên hundirîn. Bilindbûna pêlên deryayê jî sivik e.
Pileyên germahîyê yên herî kêm û zêde li Parêzgehan:
| Şam | 21/35 |
| Gundewarê Şamê – Qelemûn | 15/28 |
| Quneytire | 16/29 |
| Der`a | 21/33 |
| Siwêda | 18/30 |
| Hims | 22/32 |
| Hema | 23/35 |
| Laziqîyê | 26/31 |
| Tertûs | 25/31 |
| Heleb | 25/36 |
| Idlib | 24/33 |
| Dêrezor | 28/41 |
| Reqa | 26/39 |
| Hesekê | 27/40 |